11:56 27 Nîsan 2018
    Artêşa Îranê

    Grûba Ceyşul Edl li Îranê êrişî artêşê kir: 10 kuştî

    © AP Photo / Hasan Jamali
    Îran
    Lînkê kurt
    0 80

    Artêşa Adil ku ji sala 2003an ve li hemberî Îranê şer dikin û dibêjin em vî şerî ji bo mafê sûniyan dikin, êrişeke mezin li dijî muhafizên artêşa Îranê li dar xistin.

    Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Tasnîma Îranê, çekdarên Artêşa Adil 'Ceyşul Edl' li nêzî Mircawe ya herêma Belucistanê ku dikeve sînorê navbera Îran û Pakistanê êrişî nuhafizên artêşa Îranê kirin û di êrişê de 10 muhafizên îranî hatin kuştin.

    Li gorî daxuyaniyên Îranê, endamên rêxistinê ji sînorê Belucistanê derbasî nav axa Îranê bûne û ji bo vê rêvebiriya Pakistanê ji êrişê berpirsyar girtine û rêvebirî bi tundî hatiye rexnekirin.

    Artêşa Adil di sala 2003an de ava bû û grûbe sûnî ya çekdar e. Li gorî îdîayên rêxistinê ew ji bo mafên sûniyan bi Îranê re şer dikin.

    Herwiha li gorî amareyên fermî yên hikûmeta Îranê ji sedî 10ê nifûsê ji niştecihên sûnî pêk tê. Tê gotin ew rêjeya ji sedî 10 jî ji kurd û beluciyan pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerekî kurd ê artêşa Îranê bi guman hat kuştin
    Efserekî Artêşa Îranê li Iraqê hat kuştin
    Artêşa Îranê, kolberekî kurd li bajarê Banê kuşt
    Artêşa Îranê sînorê xwe û Herêma Kurdistanê mayîn dike
    Artêşa Îranê welatiyekî Başûrî kuşt
    Etîketan:
    10 muhafizên Îranê hatin kuştin, Artêşa Adil, Artêşa Îranê, Belucistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de