09:02 28 Gulan 2018
Lehî

Îran: Li çend bajarên kurdan bobelata lehî û herifîna erdê

© REUTERS / / Jorge Adorno
Îran
Lînkê kurt
0 52

Li bajarên kurdan ên Îranê di encama rabûna lehiyê û herifînê de gelek kesan can da û ziyaneke mezin çêbû.

Li bajarên kurdan ên Îranê Urmiye, Seqiz a bi ser parêzgeha Sineyê û li Çaldiranê ji ber lehî û herifînê 5 kesan can da, 2 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku roja 14ê Nîsanê ji ber xerabûna keşûhewayê û barîna zêde ya baranê li gelek bajar û bajarokên kurdan ên li Îranê lehî rabûn. Di encama bobelata lehiyê de li bajarê Seqizê yê ser bi parêzgeha Sine di bûyereke herikîna erdê de, 4 kesan can da.

Li gundên Pûşawe yê ser bi Şinoyê ve zarokeke 12 salî kete ber lehiyê ku xelkê nekarî rizgar bike.

Li gundê Çuxur Kendî yê ser bi bajarê Çaldiran (Çildêran) a li parêzgeha Urmiyê ji ber herrifîna malekê kesekî can da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha ziyaneke mezin a madî jî di encama bobelatên lehiyê û herifînê de çêbû.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Me di salên 90î de ji Xirvatîstanê re S-300î neşandiye'
Komedyenê navdar jiyana xwe ji dest da
Rûsya xwest lêpirsîna Idlibê herî dereng li 22yê Nîsanê destpê bike
Rûsyayê tawanbariyên li ser êrîşa kîmyewî bi tundî red kir
Li Tebqatê şerên dijwar: 15 DAIŞî hatin kuştin
Lavrov bi hevkarê xwe yê Çînê re mijara Sûriyeyê axivî
Etîketan:
Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de