02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    PJAK

    Îdiaya Mehrê: PJAKê li dijî Îranê ji Îsraîlê alîkarî xwest

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Îran
    Lînkê kurt
    0 6451

    Hat îdiakirin ku Hevserokê Giştî yê PJAKê ji bo pêşiyê li Îranê bigirin, alîkarî ji Îsraîlê xwestiye.

    Ajansa Mehrê ya Îranê di nûçeyeke xwe de îdia kir ku Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî di axaftina xwe ya li gel rojnameya Jaruselam Postê de ji bo pêşiyê li Îranê bigirin, alîkarî ji Îsraîlê xwestiye.

    Di îdiayê de hat diyarkirin ku Moînî di axaftina xwe bal kişandiye ser pêşketina Îranê ya li Rojhilata Navîn û ev yek wek metirsiyekê bi nav kiriye û gotiye Îran mafên kurdan bin pê dike.

    Li gorî îdiayê Moînî derbiriye ku Kurdistaneke azad li Rojhilata Navîn wê ji bo Îsraîlê bibe hevkarekî bi hêz û gotiye ew piştgiriyê didin her aliyê li dijî Îranê.

    Etîketan:
    Îsraîl, Cîgirê Serkirdayetiya PJAKÊ, Siyamend Moînî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de