14:51 21 Tebax 2017
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Zarif: Baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Îranê tuneye

    © AFP 2017/ Maxim Malinovsky
    Îran
    Lînkê kurt
    0 752

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarif di axaftina xwe de ragihand ku heke pêwistiya Rûsyayê bi baregehên leşkerî yên Îranê hebe em dikarin ji bo her daxwaziyekê biryarê bidin.

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Îranê Sergey lavrov û Mohemmed Cewad Zarîf
    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarif di axaftina xwe ya ajansa Reutersê de got: "Tu baregeheke leşkerî ya Rûsyayê li Îranê tuneye, lê têkiliyên me yen baş hene. Heke ji bo tekoşîna dijterorê pêwistiya Rûsyayê bi baregehên leşkerî yên Îranê hebe em dikarin ji bo her daxwaziyekê biryarê bidin."

    Rûsya havîna borî ji bo êrişên hewayî yên dijterorî li Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Hamedanê bi kar anîbû. Piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn yekemîn car e ku welatekî biyanî baregehên leşkerî yên Îranê bi kar tîne.

    Muhammed Cewad Zarif jî di nava heyeta Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ku di serdana Moskowê de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinê bike de cih digire.

    Bi heman mijarî:

    Zarif: Mebesta Îranê ya hilberandina çekên kimyewî nîne
    Lavrov û Zarif ji bo Sûriyê behsa girîngiya çareseriya siyasî kirin
    Mihemed Cewad Zarîf, Serokê Herêma Kurdistanê vexwend bo Îranê
    Lavrov û Zarîf li ser hevdîtinên li Astanayê axivîn
    Lavrov û Zarîf hevdîtinek pêk anîn
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Îranê, Muhammed Cewad Zarîf, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de