12:57 20 Tebax 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Wêneyê Serokomarê Îranê yê Newrozê bû sedema nîqaşê

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 2350

    Wêneyê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ku di betlana Newrozê de bi cil û bergên spor di gereke çiya ya Tehranê de kişandibû di medya civakî de bû sedema nîqaşan.

    Hesen Rûhanî wêneyê xwe ku bi 2 keç û xortekî re kişandibû li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Instagramê parve kir û nêzî 18 hezar şîrove li ser wêne hatin kirin.

    Serokomarê Îranê Rûhanî ku di wêne de li kêleka du keçên por vekirî de poz dabû ji terefê gelek kesên muhafizekar ve weke ‘şova hilbijartinê' hat binavkirin. Li gorî rexnegiran şêweyê por û cilên keçên ser vekirî yên ku bi Rûhanî re wêne girtine li dijî nirxê Komara Îslamî ye û lewma bertekên tund nîşan dane.

     

    Parlamenterê muhafizekar ê berê Hamid Rasayi jî li ser wêneyê Hesen Rûhanî şîrove kir û bertek nîşan da. Rasayî di şîroveya xwe de got: "Ev xebatên veşartina bêkêriya ekonomîk a hikûmetê ne".

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Moskowê ye
    Hesen Rûhanî diçe serdana Eyaleta Kurdistanê
    Rûhanî: Em dixwazin bi welatên cîran ên xwe re peywendiyên baş deynin
    Rûhanî cara pêşîn e diçe welatên Kendavê
    Rûhanî ji Erdogan re: Hêvî dikim, em bi hev re dawiya terorê bînin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de