09:16 22 Îlon 2017
Zindî
    نظر رهبر ایران درخصوص استقبال مردم آمریکا از ترامپ

    Li Îranê jineke kurd a girtî ji ber îşkenceyê nameyek ji Hamaneyî re şand

    © AP Photo/ Office of the Iranian Supreme Leader
    Îran
    Lînkê kurt
    0 4262

    Mahkûmek jin a kurd ya binavê Efsane Bayezidî, nameyek ji Lîderê Olî yê Îranê Hamaneyî re şand û şertên giran ên di hepsan de nivîsand. Lê ji ber vê nameyê îşkenceyên girantir hatin serê wê.

    Efsane Bayezidî ji Girtîgeha Kirmanê ji Lîderê Olî yê Îranê Alî Hamaneyî re nameyek sand û jê re got ku mehkûm di hepsan de rastî îşkenceyê tên.

    Dezgehên Mafên Mirovan destnîşan dikin ku Bayezidî ji ber ku xwestiye ji Hamaneyî re nameyê bişîne, rastî îşkenceyê tê. Hêzên ewlehiyê ku nameya Efsane Bayezidî bidest xistin, ew avêtin hucreyeka takekesî.

    Bayezîdî di nameya xwe de dibêje: "Hêzên istixbaratê yên Bokan û Ûrmiyeyê bi awayekî giran îşkence bi min kirin. Heqaret, tehdît û tacizan bi min kirin. Îşkence tam 90 rojan dom kir."

    Efsane Bayezidiya ku xwendekareke Zanîngehê ye û ji bajarê kurdan ê Îranê, Bokanê ye, sala borî bi tawana "Propagandaya li dijî Komara Îranê kiriye û alîkarî daye partiya kurdan" hatibû girtin. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê 4 sal cezayên hepsê lê birîbû. Efsaneyê ji bo hepsa Kirmanê hatibû sirgûnkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Peyvên Erdogan nayên qebûlkirin
    Îran: Em dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin
    Wezîrê Siûdî: Îran li herêmê piştgiriya grûbên radîkal dike
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê biryar daku mekanîzmeya şopandina agirbesta Sûriyeyê xurt bikin
    Îran: Em hin polîtîkayên Tirkiyê fahm nakin
    Etîketan:
    îşkence, name, Serokê Olî yê Îranê, Alî Hamaney, Efsane Bayezidî, Bokan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de