12:21 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: DYA teqez dike ku dê piştgiriya xwe ji bo me dewam bike

    © Foto: Twitter
    Îran
    Lînkê kurt
    0 860

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel heyeteke ku nûnerên Herêma Kurdistanê jî tê de serdana DYAyê kir û bi serokê DYAyê Donald Trump re civiya. Ebadî diyar kir kir ku DYAyê teqez kiriye ku dê li ser piştgiriya dijî DAIŞê berdewam be û bi hevahengiya Barzanî û Pêşmerge dê DAIŞê ji Iraqê paqij bikin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, bi hevahengiya wan a li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge re ewê li tevahiya Iraqê ji DAIŞê paqij bikin.

    Ebadî duh serdana Washingtonê kir daku bi berpirsyarên DYAyê re bicive.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nûnerê serok Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Fuad Husên jî li gel heyeta Ebadî ye.

    Ebadî diyar kir ku ew ji encamên civînên xwe bi Serokê DYAyê re kêfxweş e û got,birêveberiya DYAyê soz dane ku dê piştgiriya wan di şerê li dijî DAIŞê de berde.

    "HEVAHENGIYA LI GEL BARZANÎ Û PÊŞMERGE DÊ DAIŞÊ JI IRAQÊ PAQIJ BIKIN"

    Serokwezîrê Iraqê beriya civîna xwe ya li gel rayedarên Amerîkî ragihand ku niha li Iraqê şerê li dijî terorê berdewam dike, lê bi hevahengiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge, ew ê li tevahiya Iraqê ji DAIŞê paqij bikin.

    Heyder Ebadî wiha got: "Niha li Mûsilê operasyonên hêzên Iraqê berdewam in û em hewl didin hemû navçeyan ji DAIŞê paqij bikin û nehêlin ku Iraqê DAIŞ bimîne. Ev ew Iraq e ya ku me xwestiye ava bikin."

    MILYON Û 600 HEZAR IRAQÎ KOÇBER BÛNE

    Ebadî diyar kir ku heya niha milyonek û 600 hezar kes ji Iraqê koçber bûne û wiha dewam kir:
    "Me hevahengiyeke wisa heye ku ti caran li Iraqê nebûye û hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge bi hev re kar dikin û dikarin di pêşerojê de jî bi hev re gelek karan encam bidin. Me bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin encamdan û li ser çend xalan rêkeftin. Heya niha ti mijarek tine ye ku hêzên Iraqî bi şaşî têgihîştibin. Me pişta xwe bi hêzên xwecihî ve girê daye. Em bi hev re li dijî terorê kar dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Wezareta Iraqê: Haya me ji peymana di navebra YNKê û Ebadî de tune ye
    Ebadî li Silêmaniyê çû serdana Celal Talabanî
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê
    Li Bexdayê li dijî Ebadî xwepêşandan: 19 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Mesûd barzanî, Heyder Ebadî, DYA, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de