16:18 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran

    Kazakistan: Em piştgiriyê didin endamtiya Îranê ya ji bo Şanghayê

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Îran
    Lînkê kurt
    0 960

    Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Gayret Abdulrahmanov diyar kir ku welatê wan piştgiriyê dide endamtiya Îranê ya ji bo Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê (ŞIO).

    Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ibrahim Rahimpur li Astanayê bi Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Gayret Abdulrahmanov re hevdîtin pêk anî û Abdulrahmanov di wê hevdîtinê de diyar kir ku Îran dikare piştgiriyê bide sazkirina lûtkeya serokên Rêxistina Hevkarî ya Îslamê (IIT).

    Abdulrahmanov her wiha diyar kir ku ew wekî Kazakistanê piştgiriyê dide endamtiya Îranê ya ji bo Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê (ŞIO).

    Rahimpur jî dest nîşan kir ku ev bi salan e di navbera her du welatan de hevkariyeke aborî ya xurt heye û got, "Di sala 2017an li Kazakistanê di asta serokan de wê çend civîn werin lidarxistin û Îranê ji bo beşdarbûna van civînan hewil bide."

    Bi heman mijarî:

    Niştecihên bakurê Îranê amadekariya Newrozê dikin
    Li Îranê di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 9 kes mirin, 2 hezar û 600 kes jî birîndar bûn
    Li Îranê bêkariya herî zêde li bajarên Kurdan heye
    Îranê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Tirkiyeyê
    Li Erdebîla Îranê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Pûtîn ji Netenyahû re: Îranê li gorî bûyerên berî 2500 salî nedarizînin, cîhan guheriye
    Etîketan:
    Şanghay, endamtî, piştgirî, Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, İbrahim Rahimpur, Gayret Abdulrahmanov, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de