15:25 25 Gulan 2018
Alaya Îranê

Îran: Em hin polîtîkayên Tirkiyê fahm nakin

© Sputnik /
Îran
Lînkê kurt
0 50

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Îbrahîm Rehîmpûr got ku ew hin polîtîkayên Tirkiyê fahm nakin û bi zehmetî têdigihin.Rehîmpûr bal kişand ser pêwendiyên Tirkiyê yên bi Îsraîl, Siûdî û Amerîkayê re û destnîşan kir, 'Lîstina bi gelek kartan, di maweyeke dirêj dê bibe sedema ji dest dana hemû kartan.'

Rehîmpûr ji medya Îranê re diyar kir, ‘Raste Tirkiye piştî hewildana darbeyê di pêvajoyeke zehmetî de derbas dibe, ‘Em vê fêm dikin û amade ne bibin alîkar. Lê belê em ji hin polîtîkayên Enqereyê jî tênagihin.'

'EM HÊVÎ TIRKIYE RASTÎYAN BIBÎNE'

Dîplomatê Îranê pêwendiyên piralî yên Tirkiyê bi welatên herêmê re û Amerîkayê re bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dibeke ji ber kêşeyên heyî Enqere neçar bûye berê xwe bide Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Serokê Amerîkayê Donald Trump. Em hêvî dikin dostên me yên tirk hesabên xwe li gor rastiyên herêmê û hedefên demdirêj bikin. Em wek Îran bawer dikin ku lîstina bi kartên zêde di maweyeke dirêj de, dê bibe sedema ji dest dana hemû kartan."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
© AP Photo / Presidential Press Service
'EM DIKARIN TIŞTÊN NEXWEŞ JI BÎR BIKIN'

Rehîmpûr da zanîn hewildanên Tirkiyê yên li ser Sûriyê li dijî berjewendiyên Îranê ne û got, ‘Em dikarin tiştên nexweş yên ku Tirkiyê re çêbûne ji bîr bikin. Em dikarin ji niha şûn de ji bo çareserkirina kêşeyên li Iraq û Sûriyê hevkariyeke cidî pêk bînin.'

Bi heman mijarî:

Li Rojava bombe bi otomobîlekê de teqiya
Çavuşoglu li ser biryara Hollandayê: Skandal e, bêbersiv namîne
Barzanî: Kurdan tolhildan nekir, yekgirtin û cûdabûn bi zorê nabe
Wilders: Tirkên di fikrê Erdogan de ne, herin Tirkiyê û careke din venegerin
Li Amedê kesek hat kuştin
Civîna YNKê ya 'Nexşerêya Çareseriyê' hat taloqkirin
'Tevî propagandaya medyaya Rojava, hejmara gerokan tên Rûsyayê zêde bû'
Etîketan:
Tirkiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de