11:12 24 Gulan 2018
    Foto

    Heskîfa dîrokî veguheriye qada şantiyê

    Lînkê kurt
    0 10
    • Li Heskîfê xebatên şantiyê tên meşandin
    • Li Heskîfê xebatên şantiyê yên ji bo Bendava Ilisûyê
    • Li Heskîfê ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê şantiye hatine çêkirin û xebatên înşeatê tên domandin.
    • Xebatên çêkirina bendavê li Heskîfê
    • Li Heskîfê xebatên çêkirina Bendava Ilisûyê berdewam dikin
    • Heskîf
    • Ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê li Heskîfê xebatên şantiyê tên kirin
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Niha li Heskîfê ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê, ku rastî bertekên gelek kes û saziyên sivîl tê, xebatên şantiyeyan berdewam dikin.

    Ajansa Sputnik Kurdistanê dîmenên rewşa dawî ya Heskîfê girtin. Heskîfa ku di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re bûye qada jiyanê ji ber xebatên Bendava Ilisûyê her roj diçe tune dibe. Heskîfa ku berê bi dîmenên dîrokî bala mirov dikişand veguheriye qada şantiyê. Welatiyên ku tên serdana Heskîfê dibêjin, “Rewşa Heskîfê dilê mirovan diêşîne.”

    Piştî bi hilweşandina lehtan şikeftên dîrokî li ber Çemê Dîcleyê şantîyeke mezin hat avakirin û xebatên çêkirina bendavê bê navber didomin. Dema mirov dikeve nava Heskîfê tevgera qemyon û wesayitên kar ên şantiyê bala mirov dikişîne. Heskîfa ku berê bi rengekî dîrokî bala mirov dikişand, a niha bi hilweşandina lehtên spî bûye. Wesayitên kar diçin ji qontarên Çiyayê Ramanê kevir û xweliyê tînin li ser vê setê vala dikin û digihînin bilindahiya kelehê. Seta tê çêkirin hem dîmenekî qirêj derdixe holê û di heman demê de dibe sedema xerakirina herîkînê ya ava Çemê Dîcleyê. Ji ber vê xebata înşatê toz li ser navçeyê belav dibe. Qadên dirokî yên ber çem tên betonkirin. Ne tenê dîrok, jiyana ajalên ku li xwezaya Çemê Dîcleyê dijîn jî dikeve ber metirsiyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Yekîtiya Sovyetan 1ê Gulanê
    Perçeyên moşekên Hêzên Hevpeyman yên ji aliyê parastina Sûriyê ve hatin xistin
    Perestgeha kurdên Êzidî: Laleş
    Etîketan:
    Heskîf
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirfoto

    • Êrîşên hewayî yên herî metirsîdar ên sedsala 20an
      Last update: 20:01 23.05.2018
      20:01 23.05.2018

      Êrîşên hewayî yên herî metirsîdar ên şerê dîroka modern

      Di warê têkşikandin û tunekirina binyada leşkerî ya dijminan de bombabaranên hewayî yên li dijî bajaran wekî stratejiya herî bi bandor tê qebûlkirin lê di heman demê de jî yek ji rêbazên herî bêrihm tê qebûlkirin.

      6
    • Pêşbirga Wêneyan a Andrey Stenin 2018
      Last update: 13:04 23.05.2018
      13:04 23.05.2018

      Wêneyên di ‘Pêşbirga Wêneyan a Andrey Stenin 2018’ man fînalê

      Listeya wêneyên ku di ‘Pêşbirga Wêneyan a Andrey Stenin 2018’ man fînalê eşkere bû.

      11
    • Hunermend li ser peykerê ku ji bo Festîvala Peykerên Ji Qûmê ya li St. Petersburgê amade dike, dixebite
      Last update: 13:02 23.05.2018
      13:02 23.05.2018

      Şopên li ser qûmê: Şaheserên cîhanê

      Li Keleha Petropavlovskîy ya St. Peterburgê amadekariya vekirina Festîvala Peykerên Ji Qûmê bênavber berdewam dike. Îsal hunermend serberhemên nîgar û peykeran û her weha bîrdariyên di nav Lîsteya Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin saz dikin. Festîval roja 25ê Gulanê destpê dike.

      8
    • Efsûna rengîn: Karnavala Çandeyê
      Last update: 17:23 22.05.2018
      17:23 22.05.2018

      Efsûna rengîn: Karnavala Çandeyê

      Endamên komên etnîkî yên Berlînê bi cil û bergên xwe yên folklorîk û dansên li ber muzîkê karnavala rengîniya çandeyî pîroz kir û çandeya xwe nîşanî her kesî da.

      10