04:18 20 Nîsan 2018
    Foto

    Dîroka veşartî: Kela Pozreş

    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 50
    • Kelapozreş-2
    • Kelapozreş-8
    • Kelapozreş-7
    • Kelapozreş-6
    • Kelapozreş-4
    • Kelapozreş-5
    • Kelapozreş-1
    • Kelapozreş-3
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Gundê Kelê navê xwe ji kelêya hawirdora xwe stendiye. Kevirên kelê û avahiyên wê dîrokek pir kevn nîşan dide.

    Li bajarê kurda gelek cih û warên dîrokî ji ber ku tu lêkolin nehatîye kirin nayên nasîn û roj bi roj xerab dibin û winda dibin. Yek ji wan cihan jî gundê dîrokî Kelapozreş e.

    Kela Pozreş bi dîrok û xwezaya xwe bala mirov dikşîne. Gund girêdayî navçeya Stewrê ya girêdayî Mêrdin e. Gund ji Stewrê 16 km û ji Mêrdinê 63 km dûr e.

    Gundê Kelê navê xwe ji kelêya hawirdora xwe stendiye. Kevirên kelê û avahiyên wê dîrokek pir kevn nîşan dide.
    Tê texmînkirin ku di wextê Romiyan de hatiye çêkirin. Li gund heta niha tu lêkolîn nehatiye kirin û dîroka gund zelal nayê zanîn. Niha ji hawirdora Kelê çar parçe tenê mane. Dirêjiya sûrê 1400 mêtre ye.

    Bilindbûna wê 10 mêtre ye. Mezinbûna kevirê sûrê wek mîna kevirê piramîdê Misrê ne. Kevir çarqozî ne, alîyê dirêj 1 mêtre ye û alîyê kin nêzîka 50 santimê ye.

    Ji ber ku di derbarê çêkirina vê sûrê de tu lêkoli nehatiye kirin, mirov nizane çawa hatiye avakirin. Gundê Kelê li ciyekî bi teht hatiye avakirin. Navê gund wekî her gundê li heremê ji aliyê dewletê ve hatiye guhertin û bi tirkî weke "Hisarkaya" tê zanîn.
    Lê di nava welatiyan de navê kurdî tê bikaranîn. Li Derdora Kelapozreş, gundên Dêrbendê, Dêrteyar, Dêrsilav û Ehmedî hene. Debara gund li ser xwedîkirina heywanan û çandiniya avî û baxçeyan e.

    Bi heman mijarî:

    Hêlîna jiyanê: Baxçeyên Hewselê
    'Geliyê Dicle û Baxçeyên Hevselê rih û nasnameya bajarê Amedê ne'
    Baxçeyên Hevselê îsal bê xwedî man
    Li Amedê evîndariya hezar salî: Kevokhezî
    Etîketan:
    xwezayi, kela pozreş, amed, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirfoto