22:59 20 Îlon 2017
Zindî
    Foto

    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî

    Lînkê kurt
    0 17 0 0
    • Т-90
    • Т-90
    • Т-90МС
    • Т-90МС
    • Т-90
    • Т-90
    • Т-90
    • Т-90
    • Т-90
    • Т-90
    © Sputnik/ Vladimir Sergeyev
    Pispor li ser tankê bicihkirina kompleksa parastina aktîv `Shtora` û moşekên dijî tankan ên bi lazera ajobar `Refleks-M`ê bi bilindî dinirxînin.

    Cîgirê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yê perpirsîyarê hevkarîya leşkerî-teknîkî Vladîmîr Kojîn ji Rojnameya Îzvestîyayê re ragihand, ku rêkeftina di navbera Bexda û hilberînêra tanka rûsî Uralvagonzavod ya sewqîyeta tankên T-90 hate imzakirin.

     

    Li gor daneyên di dest rojnameyê de, di qonaxa ewil de wê 70 tank bo Iraqê bêne şandin û paşê wê sewqîyat berdewam bike. Buhayê tankan dikare bigihije 1 milyar dolarî. Berî niha rayedarên Uralvagonzavodê jî ragihandibûn ku îsal 73 tankên T-90 wê ber bi Iraqê ve bêne şandin.

    Hate ragihandin ku ji alîyê Iraqê ve biryara kirîna tankên rûsî T-90 piştî performansa serkeftî ya li Sûrîyeyê hatîye wergirtin.

    Li gor kovara The National Interestê, tanka T-90 yek ji 5 tankên herî baş ên cîhanê ye. Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 di galerîya Sputnikê de ye.

     

     

    Etîketan:
    Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirfoto