20:31 20 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

FT: Bilêvkirina operasyona Qendîlê, taktîka Erdogan a hilbijartinê ye

© REUTERS / Stoyan Nenov
Ewropa
Lînkê kurt
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)
0 10

Rojnameya Financial Timesê ya Brîtanyayê, daxuyand ku Erdogan bi bilêvkirina operasyonek dijî Qendîlê, beriya hilbijartinên 24ê Pûşberê dixwaze dengên netetweperestên tirk ber bi xwe ve bikîşne.

Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê serokomariyê yê AKPê Recep Tayyip Erdogan duh operasyona dijî Qendîlê îlan kiribû û gotibû, "20 balafirên me 14 xalên girîng tunekirin." Pisporên ku ji FTê re axivîn û anîn ziman ku heta niha şert û mercên bo operasyonek dijî Qendîlê hêj pêk nehatiye: "Tirkiyeya ku ev demek dirêje hebûna xwe ya li herêmê zêdetir dike, çend hefteye operasyonên hewayî lidardixe. Lê heta niha hejmara yekîneyên bejayî bo operasyonek dijî Qendîlê li dar bixe, ne bes e."

'ARMANCA ERDOGAN STENDINA DENGÊN HILBÊJÊRÊN NETEWEPEREST E'

Çavkaniyek rayedarê leşkerî yê rojavayî ku ji rojnameyê re da zanîn got ku li herêmê tevgerek berbi çav heye, lê ji bo pêkanîna operasyonekê hewcedarî bi 10 hezar leşkeran heye ku heta niha ev hejmar li herêmê nehatiye ser hev, bi tenê nêzî hezar leşkerî hene, ez bawerim Erdogan ji bo dengê hilbêjêrên netewperest bidest bixe, dikare hertiştî bike.

Mijar:
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)

Bi heman mijarî:

Kerîm: Divê kurd bi şerta normalîzebûna Kerkûkê herin Bexdayê
Trump û Kîm ‘rêkeftineke girîng û berfireh' îmze kirin
Nivîskarê tirk: Girtina Demirtaş dengdêrên kurd motive dike
Etîketan:
yekîne, leşker, operasyon, FT, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de