03:05 18 Hezîran 2018
Spanya, li 629 penaberan xwedî derket

Spanya, li keştiya ku 629 penaber dihewand xwedî derket

© REUTERS / Tony Gentile
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî daxuyandin ku Îtalya û Malta nexwestine keştiya 629 penaberan nêzî peravên wan bibin, herwiha Spanya 629 penaber li welatê xwe qebûl kiriye.

Piştî ku Îtalya û Malta, nehiştin 629 keştiya penaberên ku ji wan 123 zarokên sêwî, 11 zarokên din û 7 jinên ducanîne, nêzî peravên wan bibin, keştî ev du roje di navbera peravên herdu dewletan de diçe û tê. Piştî van rûdanan ji dewleta Spanyayê gavek erênî hat.

Di daxuyaniya ji Ofîsa Serokwezîriyê hat dayin de destûra ku keştiya penaran li peravên Spanyayê dikare bicih bibe da. Şaredarên bajarê Barcelona û Valenciayên Spanyayê jî pêşnizaya ku peravên xwe ji keştiyê re vekin li hikumetê kirin. Herwiha şaredarê Barcelonayê Ada Colau rexne li wan welatan girtin ku got ti mafê hikumetek demokratîk tuneye ku rewşek krîzê de wechê xwe biguherîne.

Bi heman mijarî:

‘Ew sindoqên duh li Bexdayê şewitîn dengên erebên sunî bûn'
Wezareta Pêşmerge derbarê îdîaya vekişîne hêzên Kanadayê de daxuyaniyek da
Erdogan: Me dest bi operasyona Qendîlê kir
Demirtaş bi helbesteke Ahmed Arif bersiv da Erdoganî
Etîketan:
sêwî, zarok, keştî, penaber, NY, YE, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de