00:38 18 Hezîran 2018
8 leşkerên ku piştî teşebusa darbeya 15ê Tîrmehê xwe spartin Yunanistanê

Li Atînayê bo leşkerên tirk ên derbeker parastina bi çekan

© REUTERS / Alkis Konstantinidis
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Yunanistan, 8 leşkerên darbeker ku ji Tirkiyeyê reviyan û xwe spartin rêvebiriya Atînayê, li ser gefxwarinên rayedarên Tirkiyeyê ku dibêjin, "em ê wan bikin paket û bînin welêt." Tevdîr stend û 8 leşker 7 roj û 24 saetan bi çekan tên parastin.

8 leşkerên ku piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê, xwe spartin Yunanistanê hatin darizandin û ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan. Herwiha biryara dadgehê di navbera Tirkiye û Yunansitanê de bû sedema ngengeşiyê.

Rojnameya The Guardianê ya Brîtanyayê eşkere kir ku li ser îxtîmala operasyonek Îstaxbarata Tirkiyeyê (MIT) Atinayê hin tevdîr bo 8 leşkerên tirk stendine.

Herwiha di çarçoveya parastina leşkeran de 7 roj û 24 saetan cihê ku leşker lê dijîn parastina bi çekan tê kirin. Ji aliye din ve cihê ku leşker lê dimînin tê veşartin.

Bi heman mijarî:

Dadweriya Iraqê ji bo hilbijartinan daxwazek ji Herêma Kurdistanê re şand
Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'
Ji Merkel bo Trump: Em ê bergiriyên tund wergirin
Etîketan:
darizandin, derbe, rojname, The Guardian, Yunanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de