09:11 18 Hezîran 2018
Donald Trump û Angela Merkel

Ji Merkel bo Trump: Em ê bergiriyên tund wergirin

© AP Photo / Evan Vucci
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe de zêdekirina baca gumrikê ya Amerîkayê bi tundî rexne kir û got: Em ê bergiriyên pêwist wergirin."

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe ya televîzyona ARDyê de de zêdekirina baca gumrikê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kir û got: Em destûra xapandinê nadin. Li hemberî rewşên wiha em ê têkevin hereketê. Eger Amerîka piştî pola û alüminyum baca wesayîtan jî zêde bike, em ê vê qebûl nekin û hewl bidin ku welatên ewropî bikşînin aliyê xwe."

Angela Merkel di berdewamiya axaftina xwe de biryara Trump a vekişandina G-7ê rexne kir û got: "Helbet em ji biryara vekişandin a bi tweetê ne kêfxweş in û di heman demê de hinekî mirov aciz jî dike. Zêdebûna asta rexneyan çareseriyekê nayîne, di zîrweya NATO ya li Brûkselê de em ê vê bînin ziman."

Merkel di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li hemberî Trump me bergirî wergirtine û di 1ê Tîrmehê de em ê bigihînin Rêxistina Bazirganî ya Cihanê (WTO). "

Bi heman mijarî:

Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Merkel: Em êdî bi parastina DYAyê ne bawer in
Merkel: Trump zirarê dide nîzama navdewletî
Rûhanî û Merkel bi rêya telefonê axivîn
Merkel polîtîkaya penaberan neguherîne modakarê navdar ji hemwelatiyê derdikeve
Merkel bang li Ewropayê kir ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede
Etîketan:
Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, Amerîka, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de