19:14 23 Hezîran 2018
Ekrana sînemayê - sînema

Derhênerê kurd ê ji Rojava li Ewropayê 'Xelata Zêrîn' wergirt

© AFP 2018 / MOHAMMED ABED
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku derhênerê Kurd ê ji Rojava Telal Dêrikî bi belgefîlma xwe ya bi navê "Bav û Kurên Wan" di 58em Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ya Krakovê de "Xelata Zêrîn" wergirt.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê derhênerê kurd ê ji Rojava Telal Dêrikî bi belgefîlma xwe ya bi navê "Bav û Kurên Wan" di di 58em Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ya Krakovê de "Xelata Zêrîn" wergirt.

Mijara belgefîlma Dêrikî ew e ku di nava DAIŞê de bav çawa kurên xwe perwerde dikin û fikr û baweriya tundrewî û karê terorîstî çawa belav dikin.

Li gorî nûçeyê derhênerê kurd li Sûriyeyê bi kamerayê çûye nava DAIŞiyan û xwe weke alîgirê wan nîşan daye, bi wan re hevaltî kiriye û bi vî awayî derfet dîtiye ku biçe meydanên wan ên şer û perwerdehiya leşkerî û wan bi kamerayê tomar bike.

Komîsyona Nirxandinê ya 58em Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ya Krakovê, ji ber vê karê serkeftî, derhênerê Kurd wekî "Di nav cîhaneke dirinde de çavnetirsek" bi nav kir û layiqê ‘Xelata Zêrîn' dît.

Bi heman mijarî:

Derhênerê Kurd bi nameyekê behsa rewşa dawî ya Kurdistanê kir
Derhênerê kurd bû endamê Akademiya Oscarê
Derhênerê kurd Oz bi fîlmê xwe yê 'Zer' beşdarî Festîvala Stenbolê dibe
Etîketan:
Derhênerê kurd, Telal Dêrikî, Polonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de