03:28 18 Hezîran 2018
Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz, serokê Partiya  Azadiyan û cîgirê serokwezîr Heinz-Christian Strache, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) Gernot Blumel û Wezîrê Karê Hundir Herbert Kickl

Awûstûrya nêzî 60 meleyan dersînor dike, 7 mizgeftan jî digre

© REUTERS / Leonhard Foeger
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Di çarçoveya têkoşîna dijî îslama siyasî de Awûstûrya 60 meleyan û malbatên wan ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên fînansekirin dersînor dike. Ji aliyên din ve yek jê ya Tirkiyeyê xebatên 7 mizgeftan jî dide rawestandin.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz, serokê Partiya Azadiyan û cîgirê serokwezîr Heinz-Christian Strache, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) Gernot Blumel û Wezîrê Karê Hundir Herbert Kickl bi civînek çapemeniyê ve biryarên di çarçoveya têkoşîna dijî îslama siyasî de wergirtine, eşkere kirin.

Serokwezîr Kurz daxuyand ku ji aliyê Daîreya Çandê û Wezareta Karê Hundir ve lêpirsînên derbarê hin mizgeft û komeleyan de hatibûn destpêtkirin bi dawî bûn, di vê çarçoveyê de xebatên 7 mizgeftan hatin rawestandin, gelek meleyên ku bi hinceta ji derve tên fînansekirin jî dê bên dersînorkirin.

​Herwiha ji 7 mizgeftan yek jê ya Tirkiyeyê ye yên din jî yên dewletên Ereban in.

Li dijî van biryarên hikumeta Awûstûryayê şêwirmendê serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin li ser hesabê xwe yê fermî bertek nîşan da. Kalin got ku armanca van biryaran cudaxwaziya li dijî misilmanan e.

Etîketan:
îslama siyasî, mele, mizgeft, Sebastian Kurz, Awûstûrya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de