19:10 23 Hezîran 2018
Ala Yekîtiya Ewropayê - Bruksel - Navenda Komîsyona Ewropayê

YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje

© REUTERS / Yves Herman
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Ewropa (YE) ragihand ku ji bo ku peywendiyên Bruksel û Enqerê baş bibin, pêwist e Tirkiyê di warê serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje.

Serwîsa Karûbarên Derve ya YEyê li Brûkselê daxuyaniyek da, "ji bo ku peywendiyên demdirêj ên Tirkiyê û YEyê baş bibin, pêwist e Tirkiyê di warê serweriya hiqûqê, mafên bingehîn ên destûrî û xweseriya dadgehan de gavên berbiçav biavêje."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatni gotin:

"Saziyên Tirkiyê yên ku namzeda endamtiya YEyê û Konseya Ewropayê ye, pêwist e li gorî îçtîhadên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û di çarçoveya qarîneya mesûmiyetê de lêpirsînên adil bike û dema qanûnî ya rewa pêk bîne."

YEyê di daxuyaniya xwe de bal kişadiye ser parêzvanên mafê mirovan, rojanemger, parlementerên girtî li Tirkyiê ku di nava wan de Rêveberê (Amnesty International) Rêxistina Efuya Navneteweyî Taner Kiliç jî heye.

Bi heman mijarî:

Îran ji YEyê re: Em ê li ser peymana nukleerî bisekinin lê bi şertekî
'Girtina rayedarê RİA Novosti ne li gor nirxên YEyê ye'
'YEyê plan dike bo deynê petrolê şûna dolar, euro bikar bîne'
Yekîtiya Ewropayê dema mueyîdeyên li ser Sûriyeyê dirêj kir
Yekîtiya Ewropayê: Em ê peymana nukleerî ya Îranê biparêzin
Raporta Komîsyona YEyê: Tirkiyê bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve
Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
Etîketan:
Yekîtiya Ewropayê, YE, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de