04:10 22 Hezîran 2018
Polîsê Swêd

Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn

© AFP 2018 / Bertil Enevag Ericson
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Rokhmat Akilovê Ozbek ku li Swêd bi êrîşa qemyonê bûbû sedema kuştina 5 kesan û birîndarkirina 14 kesan bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê hat sizadan.

Dadgeha Stockholmê ya Herêmî ji bo Akilovê 40 salî ku bi qemyonê ajotibû ser xelkê sivîl û bûbû kuştina 5 kesan û birîndarkirina 14 kesan biryara cezayê heta hetayê da.

Akilov li dadgehê derbirî bû ku ew ji DAIŞê hez dike û armanca wî ya bi êrîşa 7ê Nîsana 2017an a li ser kolana Drottning a paytext Stockholmê, herî kêm kuştina 50 kesan bû.

Dadgehê herwiha biryar da ku Akilov serê qurbaniyekî 14 miyon kron pere bide xizmên kuştî û birîndarên êrîşê.

Li gor televizyona Swêd SVTyê kesên bi cezayê heta hetayê werin sizadan, herî zêde 18 salan girtî dimînin û ji rewşa baş jî dikarin di nav 12 salan de jî werin berdan.

Bi heman mijarî:

PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Demirtaş ji wênesaza piçûk a ku wêneyê wî çêkiriye re spas kir
Demên axaftinên bangeşeyê ya namzedên serokomariyê diyar bûn
Gazprom: Şandina gazê bo Tirkiyeyê di ser Herika Tirkî re dê sala 2019an dest pê bike
Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Etîketan:
êrîş, Stockholm, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de