09:09 18 Hezîran 2018
Boeing

Boeinga fensî: Em balafiran radestî Îranê nakin

© REUTERS / Randall Hill
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Şirketa çêkirina balafirên geştiyariyê ya Boeingê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ti balafiran radestî Îranê nakin.

Piştî biryara vekişandina peymana nûkleerî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, şirketên navneteweyî yek bi yek têkiliyên xwe ji Îranê qut dikin. Boeinga frensî jî ragihand ku ew ti balafiran radestî Îranê nake. Herwiha destpêka hefteyê herdu şirketên mezin ên wesayîtan Peugeot û Citroen jî diyar kiribûn ku wê sermayeyên xwe yên li Îranê bidin sekinandin.

Li gor nûçeya ajansa Fransayê, berdevkê şirketa çêkirina balafiran a Boeingê ragihand ku ti balafirek radestî Îranê nakin û ti balafir nedane jî, ji ber ku niha û di vê demê de rê li ber me tine ku em balafir bifiroşin Îranê.

Hikûmeta Îranê ji bo 80 balafirên geştê bistînê bi şirketa Boeing a frensî re peyman îmze kiribû.

Bi heman mijarî:

Îranê û Boeingê peymanek îmze kirin
Salek piştî ketina Boeingê
Boeing û Airbus peymana bi 40 milyar dolarê ya bi Îranê re betal kirin
Wê RKK Energiya bi Boeing re peymana ‘Sulhê’ mor bike
Pênc pirsên derbarê hilweşandina Boeing MHI7 ku bê bersev mane
Etîketan:
Şirketa Boeingê, Îran, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de