19:09 23 Hezîran 2018
Pedro Sanchez

Di hikûmeta nû de ji 17 wezîran 11 jê jin in

© REUTERS / Pierre-Philippe Marcou
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê nû yê Îspanyayê Pedro Sanchez piraniya kabîneya xwe ji jinan bijart. Ji 17 wezîran 11 jê jin in.

Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) û Serokwezîrê nû yê Îspanyayê Pedro Sanchez ku nêzîkî Yekîtiya Ewropayê roja şemiyê bi sondxwarinê dest bi wezîfeya xwe kiribû, bi daxuyaniyeke çapemenî kabîneya xwe eşkere kir. Sanchez jî di nav de ji 17 wezîrên kabîneyê 11 jê jin in û ev di dîroka Îspanyayê de yekemîn e.

Di kabîneya Sanchez de wezaretên girîng ên wek Cîgirtiya Serokwezîr, Wezareta Dadê, Parastin û Ekonomiyê ji wezîrên jin pêk hat.

Sanchez di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku ew ji projeya Ewropayê bawer in û hikûmeteke nêzîkî Yekîtiya Ewropayê daxwaz dikin. Sanchez ji bo nêzîkatiya Ewropayê Midûra Giştî ya Butçeya Komîsyona YE Nadia Calvino wek Wezîrê Ekonomiyê û

Serokê Parlamentoya Ewropayê yê berê Josep Borrell jî wek Wezîrê Derve tayîn kir.

Bi heman mijarî:

CSKA Moskowa: Ji me re gotibûn Îspanya germ e
Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist
Îspanya: Dibe ku em destûra referandûmên serxwebûnê bidin
Îspanya 5 keştiyên şer firotin Erebistana Siûdî
Etîketan:
Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE), PEdro Sanchez, Îspanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de