01:26 18 Hezîran 2018
Mark Rutte

Serokwezîr li meclîsê kahwe rijand, paşê bi xwe jî pakij kir

© AFP 2018 / THIERRY ROGE / BELGA
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, kahweya ku li meclîsê rijand, cardin wî bi xwe pakij kir. Xebatkarên pakijiyê yên parlamentoyê li ser vê tevgera Rutte bi çepikan piştgirî dan. Nûçegîhanekî jî got: "Rutte baş dizane ku kamera kengî vedibin û kengî tên girtin."

Li gor nûçeya BBC a Tirkî, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bi lîderê Demokratan ên hevkarê wî yê hikumetê Alexander Pechtold re dema ku ber bi kûlîsa desthilatdariyê ya li meclîsê ve diçûn, kahwa di dest de rijand. Serokwezîrê Hollandayê ji wezîfedaran hin caw û paçik xwestin ku şûna kahweya ku lê rijand pakij bike.

​Rutte bi anîna amûrên pakijiyê ve zemînê meclîsê pakij kir. Serokwezîr bi cawekî din kahweya ku pijiqî ser maseyan jî pakij kir. Xebatkarên pakijiyê bi çepikan piştgirî dan Rutte. Kamerayên televîzyona Hollandayê (NOS) pakijiya Rutte ji serî heta dawî tomar kir.

Bi heman mijarî:

Ji Wilders piştî serkeftina Rutte: Karê min bi Rutte re neqediya ye!
Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Hollandayê Serokwezîr Mark Rutte bi ser ket
Rutte: Gotina Erdogan yên Srebrenitsayê, dereweke dîrokî ye
Di nîqaşa Rutte û Wilders de mijara sereke Tirkiye bû
Etîketan:
meclîs, pakijî, rijandin, kahwe, Mark Rutte, Hollanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de