13:29 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan

© Foto : HDP
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Raportora Tirkiyeyê ya li Parlamentoya Ewropayê Kati Piri got, ji bo ku li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomariyê û yên parlamenteriyê bi awayekî adilane werin lidarxistin, divê namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş were berdan.

Parlamentera Hollandayê Piri li ser hisabê xwe yê Facebookê bi etîketa #FreeDemirtaş (azadî ji bo Demirtaş) peyamek parve kir û derbirî ku namzedê HDPê neçar hatiye hiştin k udi hicreya takekesî ya girtîgehê de kampanyaya xwe ya hilbijartinê bimeşîne.

Piri bi bîr xist ku namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince û namzeda IYI Partiyê Meral Akşener jî ji bo berdana Demirtaş bang kiriye û got, "Tenê wê demê kampanyayeke adilane ya hilbijartinê pêkan dibe."

Raportora Tirkiyeyê ya li PE Kati Piri herwisa anî ziman ku divê hemû demokrat piştgiriyê bidin vê daxwazê."

 

Bi heman mijarî:

HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Demirtaş: Dadgerên ku li dosyayên min dinerin hatine asta întîxarê
Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Demirtaş: Di navbera dewletê û kurdan de pirsgirêk heye
Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Etîketan:
berdan, Raportora Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê, Selahattin Demirtaş, Kati Piri, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de