13:33 23 Hezîran 2018
NATO

'NATO li hemberî Rûsyayê dê bi hezaran leşkeran bişîne rojhilatê Ewropayê'

© AFP 2018 / ARMEND NIMANI
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya almanî Die Welt di nûçeya xwe de nivisî ku NATO bi îdiaya ‘metirsiya Rûsyayê' ji bo rewşên bi kêşe dê 30 hezar leşkeran li rojhilatê Ewropayê bi cih bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Die Weltê, ku spartiye çavkaniyên ji Brukselê, NATO li ser îhtimala êrîşeke Rûsyayê dê li rojhilatê Ewropayê hêzêk ji 30 hezar leşkeran pêk tê, bi cih bike. Hat diyarkirin ku di çarçoveya planê de herwisa dê bi sedan balafir û keştiyên şer jî werin şandin.

Ev hêzên tên bicihkirin, dê li herêmê piştgiriyê bide Hêza Bersivdayinê ya NATOyê (NRF) ku ji 20 hezaran pêk tê û ji bo îtimala metirsiyê dê karibin di nav 30 rojan de werin amadekirin. 

Ev plana ku tê diyarkirin li pişt wê Amerîka heyei dê hefteya bê li Brukselê di civîna NATOyê de were nîqaşkirin.

Bi heman mijarî:

NATO: Em Îsraîlê li hember Îranê naparêzin
Endamên komîsyona Rûsya-NATO, li ser kêmkirina rakêşiyên li Ewropayê axivîn
Konseya NATO-Rûsya li Brukselê civiyan
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
Etîketan:
NATO, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de