03:04 18 Hezîran 2018
Şêr

Şêr û pilingên ku ji jîngeha xwe reviyan, bûn sedema tirsê

© AFP 2018 / Harald Tittel
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Li Almanyayê ajalên hov ku di nav wan de şêr, piling jî hene ji bexçeyên ku lê dihatin parastin reviyan, Ji bo ajalên ku ji jîngeha xwe reviyan bên girtin li herêmê lêgerînek berfireh dest pê kir.

Li gor daxuyaniyên rayedarên herêmî ku dan AFPê, du şêr, du piling û jaguarek jî di nav de 5 ajalên hov ji jîngeha ku li dihatin xwedîkirin reviyan. Li ser bûyera ku qewimî rayedaran dest bi xebatên girtina ajalan kirin û herwiha operasyona nêçîrê ya berfireh lidarxistin. Di çarçoveya operasyona girtina ajalan de ji hemwelatiyên ku li herêmê rûdinên hat xwestin ji malên xwe dernekevin. Herwiha piştê demkê hat ragihandin ku her pênç ajalên hov hatine girtin.

Ji aliyê din ve hirçê ji jîngeha xwe reviya ji aliyê wezîfedaran ve hat kuştin. Di jîngeha ajalan ku aîdî malbata Wallpottê ye, şêr û pilingên Sibiryayê jî di nav de xwedîmaltiya 400 ajalan dike. Beriya niha bi du salan cardin li bajarekî Almanya Leipzigê du şêr ji jîngeha xwe reviyabûn, şêrek hatibû kuştin yê din jî hatibû girtin.

Bi heman mijarî:

Şerê di navbera hirç û şêr de
Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
Li Cizîrê di nav wesayîtekê de cewrikê şêr hat desteserkirin
Etîketan:
hirç, piling, şêr, ajalên hov, AFP, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de