04:28 22 Hezîran 2018
Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy

Beriya biryara parlamentoyê Serokwezîr îstîfa kir

© REUTERS / Sergio Perez
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya sereke ya muxakefetê ya Sosyalîstan ji ber skndala bêrêtiya Partiya Gel a desthilatdar a Spanyayê, pêşniyaza pêşnûmaya pênebaweriyê li parlamentoyê kir, herwiha bi yekdengiya hemû partiyên di meclîsê de desthilatdariya Spanyayê hat guhertin û serokwezîr Mariano Rajoy beriya encamên pêşnûmayê îstîfa kir.

Li Spanyayê desthilatdariyê dest guherand. Piştî bêrêtiya Partiya Gel a desthilatdar, serokwezîr Mariano Rajoy ji pêywira xwe îstîfa kir. Herwiha tê payin ku serokê Partiya Sosyalîst a ku pêşnûmaya dengdana pênebaweriyê pêşniyazî parlamentoyê kir Pedro Sanchez dê bibe serokwezîr. Rajoy, " Bi îhtîmalek mezin di dengdanê dê encama pênebawer dê derkeve, ev jî tê ser wateya ku Pedro Sanchez serokwezîrê nû ye."

Lîderê rastgir bi polîtîkayên aboriyê yên şid ve dihat naskirin. Herwiha serokwezîrê Spanyayê yê berê eşkere kir ku dema serokwezîrtî bidestxist enqazek wergirtibû û niha welat li gor wê heyamê di astek pir baş de ye û ji ber vê jî serbilindim.

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
Li Spanya, Almanya û Brîtanyayê operasyona DAIŞê
Etîketan:
pênebawerî, bertîl, bêrêtî, Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de