20:30 20 Hezîran 2018
Jean-Claude Juncker

Juncker: Divê kampanyeya reşkirin a li hemberî Rûsyayê bi dawî bibe

© AP Photo / Geert Vanden Wijngaert
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker behsa têkiliyên Rûsya û Ewropayê kir û ragihand ku divê kampanyeya rêşkirin a Moskowê bi dawî bibe.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker di axaftina xwe de got: "Em cudahî û ferqiyetên xwe piştguh nekin, lê divê kampanyeya reşkirin a Rûsyayê jî bi dawî bibe. Em ji têkliiyên niha yên Ewropa û Rûsyayê kêfxweş in. Yekîtiya Ewropa ti carî îlhakkirina Kirim û Ukraynaya Rojhilat qebûl nake."

Jean-Claude Juncker di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya welatekî mezin e û emnikarin vê piştguh bikin. Meseleyeke ku em jibîr nekin heye. Qada bejayî ya Yekîtiya Ewropayê 5.5 milyon kîlometro ye. Qada bejayî ya Rûsyayê derdora 70 milyon kîlometro ye."

Juncker di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi temamî normalîzebûna têkiliyên Rûsya û Ewropayê pir zahmet e, lê gelek qadên ku em dikarin hevkariyê bikin hene."

Bi heman mijarî:

Juncker: Di peywendiyên Yekineyên Ewropa û Tirkiyê de lihevnekirin her diçin zêde dibin
Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe
Juncker: Tirkiye bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve
Juncker: YEyê beşdarî Tirkiyeyê nabe, Tirkiye beşdarî YEyê dibe
Erdogan peymana koçberan bi Tusk û Juncker re axifî
Etîketan:
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Jean-Claude Juncker, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de