01:23 18 Hezîran 2018
Meclîsa Konseya Parlamentaran a Ewropayê (MKPE)

Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Meclîsa Parlamentaran a Konseya Ewropayê (MPKE) ragihand ku ji bo şopandina hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê ew 33 çavderan dişînin Tirkiyeyê.

MPKEyê diyar kir ku encamên serdana heyeta pêşî hatine nirxandin û biryar hatiye dayîn ku heyeteke 33 kesan çavdêriya hilbijartinan bişînin Tirkiyeyê.

Heyeta pêşî ya MPKEyê li Enqereyê 2 rojan bi nûnerên partiyên siyasî, dîplomatên Tirkiye û biyanî, rojnamevanan û saziyên sivîl re hevdîtin kirin.

Hat ragihandin ku ji heyetê re girîngiya hilbijartinên Tirkiyeyê ku ji sîstema parlamentariyê derbasî sîstema seroktiyê dibe hatiye vegotin.

Herwiha heyetê ji ber beşdariya 6 namzedan bo serokomariyê kêfxweşiya xwe aniye ziman û kêmbûna namzedên jin bo parlamentoyê jî bi xemgînî pêşwazî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber girîngiya hilbijartinê divê ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê ve ji bo dengdaneke şefaf, azad û dadwerane hemû hewl bên dayîn.

Bi heman mijarî:

Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Trump: Min ji ber Rûsyayê Comey neqewitand
Hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê: Ji ber êrîşên me herî kêm 892 sivîl mirin
Esad: Dinya bi çîroka Amerîkayê nexapiya
Şoygu li ser mijara Sûriyeyê bi hevkarê xwe yê îsraîlî re axivî
Etîketan:
Çavdêr, Hilbijartin, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de