20:30 20 Hezîran 2018
Polîsên yunanî penaberan bi kamyonan kom dikin û dibin kampan

Li Xirwatistanê polîsan gule bera penaberan dan û 2 zarok birîndar kirin

© REUTERS / Alkis Konstantinidis
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku li Belçikayê zarokekî penaberê 2 salî bi guleya polîsan birîndar bû, hat ragihandin ku îcar jî li Xirwatistanê di encama gulebarana polîsan de du zarokên penaber ên 12 salî bi giranî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku li welatê Xirwatistanê polîsan bi hinceta ku li ser banga wan ranewestiyaye, güle bi minîbusekê reşand û hat gotin ku lê ew minîbusa ji Bosnayê dihat, tijî zarok bûn. Di encama wê gulereşandina polîsan de 2 zarokên penaber ên 12 salî bi giranî birîndar bûn.

Berdevkê polîsên xirwatî parast ku wê minîbusê bi awayekî deryasayî ji Bosnayê hatiye ketiye Xirwatistanê û polîsan ew 2 caran hişyar kiriye lê guh nedaye vê hişyariyê û minîbusê berê xwe da ye ser polîsan, polîs jî ji neçarî gule bi ser wê de reşandin.

Berdevkê polîsan anî ziman ku 29 penaber di minîbusê de bûn, ku jê 15 zarok bûn û piraniya wan jî ji Iraq û Afganistanê bûn. Herwisa wî berdevkî got, herdu zarokên 12 salî yên bi giranî birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan niha bi îstiqrar e." Ajansa fermî ya dewletê HINAyê parast ku metirsiya mirinê ya zarokan tune ye.

 

Bi heman mijarî:

Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
Serokomar: Êdî bila koçberên sûriyeyî vegerin welatê xwe
Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
Etîketan:
birîndarbûn, zarokên penaber, Xirwatistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de