09:09 18 Hezîran 2018
Ronaldo - Zidane

Rahênerê Real Madridê Zîdane îstîfa kir: Divê ev îstîfa bihata kirin

© AFP 2018 / GERARD JULIEN
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Rahênerê Real Madridê Zinedine Zidane ku 3 caran li ser hev kûpaya Lîga Şampiyonan ji tîma xwe re da qezenç kirin, bi awayekî surprîz bi cîvenek çapemeniyê îstîfaya xwe ragihand.

Roja şemiyê di pêşbirka Lîga Şampiyonan de li ser hev cara sêyem kûpa herî mezin a ewropayê ya di asta tîmên lîgan de qezenç kiribû. Rahênerê Real Madridê Zinedine Zidane piştî serfiraziya lîga şampiyonan bi hefteyekî îstîfaya xwe ji rêveberiyê re ragihand. Di civîna rahênerê xwedî tecrube de serokê klûbê Florentino Perez jî cih girt. Zidane: "Min biryar da ku sala pêş rahêneriya klûba Real Madridê nekim. Çimkî ez ji vê klûbê hez dikim, ji Florentino Perez hez dikim."

'DIVÊ EV ÎSTÎFA BIHATA KIRIN'

Fitbolîstê Juventus û Real Madridê yê efsane eşkere kir ku ev îstîfa ji bo herkesî dê ya herî baş be. Dibe ku bi we ecêp were, lê divê ev îstîfa bihata kirin. Zidane bilêv kir ku pêdiviya tîmê bi serkeftinan û guherînan nû heye, hewcêdedarî bi dengekî nû û xebatek nûjen heye."

​Ji aliyê din ve Real Madridê îsal La Lîga di rêza 3an de qedandibû.

Etîketan:
şampiyon, fitbol, Zinedine Zidane, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de