03:19 18 Hezîran 2018
Kamp-penaber

Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Hat diyarkirin ku koçberên kurd ên li kampên Yunanistanê ji ber bûyerên li wan kampan qewimîn, naxwazin vegerin kampan.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê, ku spartiye çapemeniya Yunanistanê, nêzîkî 900 koçberên kurd ên li kampên Yûnanistanê yên bi navê Morya û Kara Tep ên li girava Lîzvosê terk kirine û naxwazin vegerin wan kampan.

Hat ragihandin ku ew koçberên kurd niha li cihên cuda yên giravê dimînin û bi awayekî eşkere dibêjin, ew êdî qebûl nakin li gel koçberên ereban di heman kampan de bimînin.

Herwisa hat gotin ku niha nêzîkî 450 koçberên kurd li kampa Pîkpayê dimînin û ew kamp ji aliyê rêxistineke nehikûmî ve tê birêvebirin û hat destnîşankirin ku nêzîkî 250 koçberên din ên kurd jî li kampa bi navê Sikala Saykamniyasinê dimînin û ew jî bi di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye.

Tê zanîn ku di 25ê Gulana 2018a de komeke mezin a koçberên ereban bi hesinan êrîşê ser koçberên kurd kiribû û di encamê de zêdetirî 5 kurdan jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kurd jî hatibûn birîndarkirin.

Bi heman mijarî:

Penaberên ereb êrîşê ser penaberên kurd kir: 4 kesan canê xwe ji dest da
YE: Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê dibin zêde bûye
Serokê penaberên Kurdistanê: Mafê Tirkiyeyê tineye ku penaberan radestî ASAyê bike
Penaberên sûriyeyî çima ji bo welatê xwe şer nakin?
119 penaberên qaçax hatin rizgarkirin
Etîketan:
koçberên kurd, Yunanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de