03:12 18 Hezîran 2018
Polîsê Belçîkayê

Cenazeyê keça kurd a ku ji aliyê polîsê belçîkî ve hatibû kuştin hat rakirin

© AFP 2018 / JOHN THYS
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Keça kurd a 2 salî Mawda Shawrî ku hefteya borî dema mudaxeleya polîsên belçîkî li ser komeke penaber hatibû kuştin û li medya cîhanî deng dabû, cenazeyê wê li Brukselê hat veşartin.

18ê Gulanê dema polîsên Belçîkayê destwerdana komeke penaberên kurd kiribûn gule reşandibûn û keça 2 salî Mawda Shawî jiyana xwe ji dest dabû.
Bi sedan kes li Brukselê beşdarî merasîma cenazeyê Mawda bû.

Mawda Shawî sala 2015an piştî ku jidayik bûye, tevî malbata xwe ji navçeya Ranya ya Silêmaniyê derbasî Almanyayê bûye û ji wir jî derbasî Brîtanyayê bûne.

Bûyer dema vegera wan a Almanyayê li bajarekî Belçîkayê yê nêzîkî Brukselê rû dabû.

Wezîrê Navxweyî yê Belçîkayê Jan Jambon ragihandibû ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye despêkirin.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin
Li Hewlêrê melayek bi kêran hat kuştin
Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin
PDK: Em betalkirina encamên hilbijartinê qebûl nakin
Barzanî û şanda Brîtanyayê li hev civiyan
Etîketan:
Kuştin, Keça Kurd, Polîs, Belçîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de