03:27 18 Hezîran 2018
Muhammed Salah Liverpool-Real Madrid

'Muhammed Salah, Sergio Ramos sûcdar nabîne'

© REUTERS / KAI PFAFFENBACH
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de fitbolîstê misirî yê kûluba Liverpoolê Muhammed Salah di deqîqeya 30 de ji ber pozîsyona bi Ramos re seqetî derbas kir û ji lîstikê derketibû. Herwiha gelek kes bertek nîşanî Ramos dan û bo cezakirina wî kampanyayek jî dan destpêkirin. Lê Salah bi çavekî sûcdar li Ramos nanere.

Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de ku di navbera Real Madrid û Liverpoolê de hat lîstin de Muhammed Salah di deqîqeya 30 de ji ber tevgera Sergio Ramosê Real Madridê seqetî derbas kir û ji lîstikê derket.

'SALAH, SERGIO RAMOS SÛCDAR NABÎNE'

Li ser derketina Salah a ji lîstikê li dijî Ramos ji xeynî vekirina dozên dadgehî, kampanya jî hatin destpêkirin. Herwiha hat ragihandin ku Muhammed Salah sertîmê Real Madridê Ramos sûcdar nabîne.

​​Ji aliyê din ve fîzyoterapîstê Liverpoolê Ruben Pons daxuyand ku Muhammed Salah ji ber lîstina wî ya Kûpaya Cîhanê ku xist xetereyê, Ramos sûcdar nabîne, wek seqetiyek asayî lê dinhêre.

'TEDAWIYA SALAH 3-4 HEFTEYAN DÊ BIAJO'

Roja şemiyê di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de sertîmê Real Madridê Ramos ji bo pêşî li ber pozîsyona Muhammed Salah bigre ket piyê wî û bihevre li erdê ketin, Salah ji sermilê xwe seqet bû û ji lîstikê derketibû. Herwiha hemû fitbolhezkerên cîhanê bo Salah di Kûpaya Cîhanê de temaşe bikin bi kelecan li bendeyî biryarên doktorên wî ne. Herwiha hat eşkerekirin ku tedawiya Salah nêzî 3-4 hefteyan divê bidome, lê ji bo Kûpaya Cîhanê ev dem dibe ku kintir bibe.

Bi heman mijarî:

Ramos bo seqetkirina Salah: Ez xwe sûcdar nabînim
Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
Fitbolîstê salê yê herî baş Mohamed Salah e
Etîketan:
lîga şampiyonan, fitbol, kûpa, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de