09:10 18 Hezîran 2018
Real Madrid, li ser hev cara sêyem bû şampiyonê lîga şampiyonan

Di muzeya Real Madridê de bo kûpayên Lîga Şampiyonan cih nema

© REUTERS / Phil NOBLE
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Kûluba Spanyayê Real Madrida ku li ewropayê reqor li ser reqoran dişkîne bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ma. Di muzaya kûlubê de ji bo kûpaya 13em a Lîga Şampiyonan cih nema.

Di sala 1955an de bi navê Kûlubên Şampiyon yên Ewropayê ve hat damezrandin, di sala 1992an û vir de jî wek Lîga Şampiyonan a UEFAyê ve tê zanîn. Real Madrida ku herî zêde serfirazê vê tûrnûvayêye heta niha 13 kûpa qezenç kir, lê êdî ji bo kûpayên kûlubê muze biçûk tên.

​Madrida ku roja şemiyê di pêwşbirka fînalê de li dijî Liverpoolê qezenç kir kûpaya 13em a tûrnûvayê bir muzeya xwe, lê hat eşkerekirin ku di muzeyê deji kûpaya 13em cih nemaye.

4 sal berê dema ku kûpaya 10em hat qezençkirin, serokê kûlubê Florentino Perez, di muzeya kûlubêde cihê kûpayên Lîga Şampiyonan berfirehtir kiribû.

Bi heman mijarî:

Şampiyonê Lîga Şampiyonan diyar bû: Real Madrîd 3-1 Lîverpool
Wê ji bo maça fînalê ya Lîverpol-Real Madrîdê 2 rojan rojî negire
Di Lîga Şampiyonan de navê finalê diyar bû, Real Madrid-Liverpool
Pêşbirka rowanşê ya Lîga Şampiyonan, Real Madrid-Bayern Munih 2-2
Etîketan:
kupa, fitbol, Real Madrid, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de