04:57 22 Hezîran 2018
Hariri - Macron

'Heririyê ku li Erebistana Siûdî dîlgirtîbû min ew xelas kir'

© REUTERS / Gonzalo Fuentes
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Daxuyaniya fermî ya derbarê Serokwezîrê Libnanê Saad Hariri ku sala par li Erebistana Siûdî dîl hatibû girtin ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat: "Heke li min guhdarî nekirana dê li Libnanê şer dest pê bikira." Herwiha Riyadê bertek nîşanî gotinên Macron dan.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji BFM Tvyê re axivî û li ser pirsa, "Sala par polîtîkaya me ya derve serfiraziyek bidest gelo? hêrs bû û mijara Hariri anî rojevê ku di meha mijdarê de ji aliyê Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman ve bi zorê serokwezîrtî pê dabû îstîfakirin û bi hefteyan li welêt dîl hatibû girtin.

Macron destnîşan kir wî mudaxeleyî bûyerê kiriye û krîz bi dawî kiriye. Serokomarê Fransayê diyar ki ku heke li Faransayê nehata guhdarîkirin bi îhtîmalek mezin niha li Libnanê şer hebûya. Dîplomasiya Fransayê û kiryariyên me li ber vê krîzê bûn asteng."

Macron di axaftina xwe de got ku demildest çû ye Riyadê, bi Mbs re axiviye, ew qanî kiriye û piştre Hariri vexwendiye Fransayê.

Bi heman mijarî:

Hariri: Amerîka êrişê Sûriyê bike Lubnan wê dûr bisekine
Etîketan:
dîlgirtî, hariri, Emmanuel Macron, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de