01:26 18 Hezîran 2018
Raxistina boriyên xaza siruştî

Korîdora Gazê ya Başur vebû

© Sputnik /
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Korîdora Gazê ya Başur ya ku ji xetên Şahdeniz 2, Xeta Boriyê ya Kafkasyaya Başûr Xeta Boriya ya Gaza Sirûştî ya Trans Aandoluyê (TANAP) û Xeta Boriyê ya Trans-Adriyatîk (TAP) pêk tê, li Bakuyê hat vekirin. Serokomarê Azerbaycanê Aliyev ji bo hevkariyê spasiya Tirkiye, Gurcistan, Amerîka û welatên YEyê kir.

Li merasîma li Termînala Sangaçalê Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, Sekreterê Giştî yê OPECê Muhammed Barkindo, welatê hevkar ê Korîdora Gazê ya Başûr û rayedarên şirketê amade bûn.

Aliyev ji bo rola wan spasiyên xwe li Tirkiye, Gurcistan, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin.

Aliyev diyar kir ku proje bi hevkariya berfireh a herêmî ya Azerbaycan, Gurcistan, Türkiye, Bulgaristan, Yunanistan, Arnavutluk û Îtalya hatiye pêkanîn paşê dê Bosna Hersek, Xirvatistan û Karadag jî tev li projeyê bibin.

Aliyev da zanîn ku ji bo projeyê zêdetirî 40 milyar dolarî sermiyan hatiye terxankirin û dê ji bo hemû hevkarên mefadar be, "Bi qasî 2.6 trilyonî rezerveyên me yên misoger ên gaza sirûştî hene lê bi ya min ev hejmar zêdetir e. Em dixwazin zêdetir gaza sirûştî bifroşine Ewropayê. Ji bo me Ewropa bazareke karîger e. Korîdoara Gazê ya Başûr nexeşrêya Ewropayê ji nûve saz kiriye. Bi vê projeyê berjewendiyên hemû hevkaran hatiye parastin."

Bi heman mijarî:

Bexda: ji bo petrola Kerkûkê me bi Îranê re li hev kir, em ê xeteke boriyê çekin
Pûtîn peymana projeya xeta boriyê ya Herka Tirk erê kir
Kurdistan xeteke boriyê din ji bo bazara cihanê dikşîne
Zeman: Li Çekyayê gaza sînîr a A-230 hat hilberandin û depokirin
Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir
Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye
Dîplomatê rûs di meseleya gaza kujer de balê kişand ser labratuwarên Brîtanyayê
Etîketan:
Enerjî, Xeta boriyê, Gaz, TAP, TANAP, YE, OPEC, Ilham Aliyev, Baku, Azerbaycan, EWropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de