05:09 21 Hezîran 2018
Sebastian Kurz

Serokwezîr Kruz: Amerîka her diçe bêbawer dibe

© AP Photo / Peter Dejong
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezirê Avusturyayê Sebastian Kurz di axaftina xwe ya rojnameya Financial timesê de ragihand ku Amerîka her diçe bêbawer dibe.

Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz di hevpeyvîna xwe de li dijî endamtiya Tirkye ya Ewropayê derket û got: "Enqereyê krîterên Kopenhagê yên standardên mafê mirovî û demokrasiyê bi cih neanîn. Dive Yekîtiya Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê rawestîne."

‘JI BO ÇARESERIYA UKRAYNA Û SÛRIYEYÊ PÊWISTÎ BI RÛSYAYÊ HEYE'

Sebastian Kurz serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Kurz a Viyanê nirxand û got: "Em nikarin krîza Ukraynayê bi tena serê xwe çareserbikin. Li Sûriyeyê jî em bi Rûsya û Amerîkayê re tevbigerin em ê biser bikevin. Lewma divê daîma welatên wek Avusturya ku wezîfeya pirê dibînin têkiliyê wê bi dewleteke wek Rûsyayê re hebe."

Kurz di berdewamiya axaftina xwe de yekperçebûna Ewropa parast û ji bo Brexitê got: "Biryara rêvebiriya Londonê ya Brexitê gelek tirsnak e. Ji bo me tiştê herî girîng parastina sînor û yekbûna Ewropayê ye."

Bi heman mijarî:

Serokwezirê Avûstûryayê Kurz: Me dîplomatên rûs dersînor nekirine û em nakin jî
Sebastian Kurz: Tirkiye bi siyaseta niha nikare bibe endamê YEyê
Kurz: Em li hember kirinên Tirkiye û Erebistana Siûdî bêdeng namînin
Kurz bangî Ewropayê kir: Muzakereyan bi Tirkiyeyê re rawestînin
Etîketan:
Serokwezîrê Avusturyayê, Sebastian Kurz, Avusturya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de