10:32 24 Hezîran 2018
Şeraba 150 salî

Şûşeya şerabê bi 103 hezar û 700 euroyî hat firotin

© REUTERS / Randal Hill
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Li Fransayê şeraba ku di sala 1774a de hatibû çêkirin, bi 103 hezar û 700 euroyî hat firotin. Ev şerab bi vê bihayê rekor şikand.

şarap
© Sputnik / Valeriy Melnikov
Şeraba zer (vin janue) a ku di dema Şah Louisê 16an de li herêma Jura ya Fransayê hatibû çêkirin, bi 103 hezar û 700 euroyî hat firotin. Li wê mezata firotinê şûşeyeke din a ji heman şerabê bi 76 hezar û 250, şûşeyeke din jî bi 73 hezar û 200 euroyî hat firotin.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî ev şerabên zer ên ku di şûşeyên 87 santîlîtreyî de cih digirin, ji aliyê Anatoile Vercel ve hatibûn çêkirin.

Tê bawerkirin ku li herêma Jurayê li navenda Aboisê ya bi şerabên xwe navdar e, şûşeyên herî kevn ên cîhanê li ber destê xizmên Vercel in.

Kesê bi navê Brigitte Fenaux, ku ji mala muzayedeya Jura Encheresê ye, ji bo AFPê got, wî qet texmîn nedikir ku şerab dê bi vê bihayê werin firotin.

Bi heman mijarî:

Zilamekî bi tankê şerab dizî
Etîketan:
firotin, şerab, Brigitte Fenaux, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de