22:27 18 Hezîran 2018
Bale, oyuna girer girmez Real Madrid'i 2-1 öne geçiren golü attı.

Şampiyonê Lîga Şampiyonan diyar bû: Real Madrîd 3-1 Lîverpool

© REUTERS / PHIL NOBLE
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Di maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a Ewropayê de, Real Madrîd û Lîverpool li Kîevê derketin pêşberî hev.

Lîstikvanê Lîverpoolê yê serkeftî Muhammed Salah di xuleka 26an a yariyê de seqet bû û maçê bêyî wî dewam kir.

Herwiha di xuleka 36an de jî lîstikvanê Real Madrîdê Carvajal seqet bû û li derveyî yariyê ma.

​Gola yekem di deqeya 50yî de ji tîma Îspanyolî hat û Benzema Real Madrîd 1-0 da pêşiya Lîverpoolê.

Şampiyonê Lîga Şampiyonan a 2017-2018 diyar bû
© REUTERS / GLEB GARANICH
Şampiyonê Lîga Şampiyonan a 2017-2018 diyar bû

Lîstikvanê tîma Lîverpoolê Mane piştî 5 deqeyan golek avêt û yeksanî çêbû.

Real Madrîd di deqeya 61an de bi gola Bale dîsa ket pêşiya Lîverpoolê û encam bû 2-1.

Bale di deqeya 82yemîn a yariyê de goleke din avêt tîma rikeber û maç bi encama 3-1 serkeftina Real Madrîd bi dawî bû.

Real Madrîd bi vê encamê bû Şampiyonê Lîga Şampiyonan a 2017-2018an ku ev 12 car in kûpaya şampiyoniyê distîne.

Etîketan:
Liverpool, Real Madrid
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de