06:56 22 Hezîran 2018
Mitînga HDPê ya ku îro li Amedê hat lidarxistin, di warê kampanyaya referandûmê de mitînga dawiyê bû.

Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Mîtinga HDPê ya Kolnê ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de bibû mijara nîqaşê û Wezareta Derve ya Tirkiyeyê şermezarî dabû, hat lidarxistin.

Hat zanîn ku mîtinga HDPê bi destûra polîs û rêveberiya almanî hatiye çêkirin, lê ji bo du parlamentarên ku erka wan ji wan hatiye standin mafê axaftinê nehat dayîn.

​Hat ragihandin ku dema mîtinga HDPê birêve diçû herdu parlamentarên berê yên HDPê Ahmed Yildirim û Tugba Hezer jî wek axaftvan di bernameyê de hebûn, lê polîsan nehişt ew biaxivin bi sedema ku propagandaya partiyekê dikin.

​Hat diyarkirin ku Almanya destûra kombûnê daye, lê ji bo kampanyaya hilbijartinê destûrê nade partî propagandaya hilbijartinê bikin.

Bi heman mijarî:

Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye
Cîgira nû ya wezîrê karê derve ya DYAyê, bi kurdî jî dizan e
'Yên di meha mibarek a Remezanê de êrîş dikin nikarin ti tiştekî bidin milet'
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Etîketan:
Mîting, Koln, HDP, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de