04:27 22 Hezîran 2018
Dalkurd

'Dalkurd bi rahênerê xwe re peyman bi dawî kir'

© Foto : Dalkurd
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor agahiyên berdest tîma ji karsazên kurdên Swêdê hatiye damezrandin Dalkurd ku di heyama 2018an de derket Lîga Yekem a profesyonel ya Swêdê, ji ber encamên nebaş bi rahênerê xwe Azrudin Valentic û alîkarî wî re rêya xwe veqetand.

Tîma futbolê ku ji karsazên kurdên Swêdê hatiye damezrandin Dalkurdê li Swêdê di pêşbirka li beramberî tîma GAISê de 1-0 biserketibû û bi vê serketina xwe derbasî Lîga Allsvenskayê bû, ku lîga herî bilind a Swêdê ye.

Herwiha tîma ku kurdên cîhanê li hêviyek mezin li bendeyî serkeftinên wê bûn û dişopandin, ji ber encamên nebaş bi rahênerê xwe Azrudin Valentic û alîkarî wî re rêya xwe veqetand.

​Klûba kurd heta niha di lîga yekem a Swêdê de derket 10 pêşbirkan, pêşbirkek qezenç kir, di yekê de beranber ma 8 pêşbirk jî winda kir. Di rêza pûanan de jî di nav 16 tîman de bi 4 pûanan ve di rêza herî dawî (16) de cih digre.

Dalkurd di pêşbirka herî dawî de jî 4-2 têk çûbû.

Bi heman mijarî:

Di lîga Swêdê de Dalkurd bi GIF Sundsvallê re hat pêşberî hev
Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû
Dalkurd di pêşbirka xwe ya ewil de têk çû: AIK 2-0 Dalkurd FF
Etîketan:
fitbol, klûb, dalkurd, swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de