01:24 20 Hezîran 2018
Kamp-penaber

Penaberên ereb êrîşê ser penaberên kurd kir: 4 kesan canê xwe ji dest da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Ewropa
Lînkê kurt
0 14

Hat ragihandin ku li Yunanistanê li kampeke penaberan, komeke penaberên ereb ên Sûriye û Iraqê bi hesinan êrîşê ser penaberên kurd kir û di encamê de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê li welatê Yunanistanê li kampeke penaberan, di navbera penaberên kurd û ereb de pevçûnê rûda û komeke penaberên ereb ên ji Iraq û Sûriyeyê bi boriyên hesin êrîşê ser penaberên kurd ên ji Rojava kir.

Di wê nûçeya ku Rûdawê spartiye vîdeoyeke li ser medyaya civakî de hat detnîşankirin ku di encama êrîşa penaberên ereb de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da û çend penaberên kurd ên din jî birîndar bûne.

Hat parastin ku di dema êrîşa ereban a li ser kurdan de polîsên yunanî ti midaxeleyek nekiriye.

Bi heman mijarî:

Perinçek: Pirsgirêka kurd bi çekê çareser dibe
‘Mafê kurdan heye ku azad bin, ji bo Rûsyayê ti pirsgirek tine ye ku kurd azad bin'
Rojnamevan û helbestkarê kurd Xelef Zêbarî koça dawî kir
'Kurd li ser meqamê serokkomariyê li hev nakin'
‘Tehran dixwaze bibêje me mafên we dan lê mafên gelê kurd tenê cil û berg nîne'
Etîketan:
penaberên kurd, êrîş, Yunanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de