01:17 18 Hezîran 2018
mitînga HDPê

Almanyayê destûr da mitînga HDPê, AKPê bertek nîşan da

© REUTERS / Sertac Kayar
Ewropa
Lînkê kurt
0 30

Almanyayê destûr da HDPê ku îro li bajarê Kolnê mitînga xwe li dar bixe. Li ser vê yekê Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu bertek nîşanê Almanyayê da û got, "Çalakî ji bo her kesan serbest e, tenê AK Parti tê astengkirin."

Heiko Maas
© AFP 2018 / Odd ANDERSEN
Rêveberiya Almanyayê ji bo îro, roja 26ê Gulanê destûr da HDPê ku li bajarê Kolnê mitînga xwe ya ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê li dar bixe.

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê û Serokê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Tirkiyeyê Mustafa Yeneroglu derbarê vê biryara Almanyayê bertek nîşan da û parast ku Almanya di warê hilbijartinên li Tirkiyeyê de alîgiriyê dike. Yeneroglu Almanya bi destwerdana karên navxweyî yê Tirkiyeyê tawanbar kir û got, "Ji bo her kesê ku ji ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê re tehdît in çalakî serbest in, lê AK Parti tê astengkirin."

Yeneroglu herwisa anî ziman ku ev helwesta Almanyayê wê zirarê bide peywendiyên me yên dualî.

Bi heman mijarî:

Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
HDPê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kir
Partiyên Kurdistanî helwesta xwe ya ji bo deklerasyona HDPê diyar kirin
Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
HDPê namzedên xwe yên Amedê dan nasandin
Etîketan:
mitîng, destûr, Parlamenterê AKPê yê Stenbolê, Mustafa Yeneroglu, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de