01:37 23 Hezîran 2018
Ekrana sînemayê - sînema

Fîlmeke kurdî beşdarî festîvaleke herî navdar a navdewletî dibe

© AFP 2018 / MOHAMMED ABED
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Fîlma kurdî ya bi navê ‘Zagros', ku derhêneriya wê Sehîm Omer Xelîfe dike, beşdarî Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Edinburghê dibe.

Li gorî agahiyên li ser malpera K24ê fîlma kurdî ya navdar, fîlma ‘Zagros' a bi derhêneriya Sehîm Omer Xelîfe, dê beşdarî 71em Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Edinburghê bibe.

Festîval dê di navbera 20 Hezîran û 1ê Tîrmeha 2018a de li bajarê Edinburghê yê paytexta Îskoçyayê were lidarxistin.

Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Edinburghê, yek ji festîvalên herî girîng ên cîhanê ye û her sal zêdetirî 400 rojnameger û hezar û 300 derhêner û sînemakar beşdarî festîvalê dibin.

Hêjayî gotinê ye ku fîlma ‘Zagros' beriya niha jî beşdarî çend festîvalên navdewletî bûbû û çend xelatên hêja wergirtibûn.

Bi heman mijarî:

Çîroka Selahatin Demirtaş dibe fîlm
Ji ber peyva "gerîla" nîşandana fîlm hat sekinandin
Beşek ji fîlma ‘Keçên Rojê’ ya li ser jinên Êzîdî hat belavkirin
Yekem Fîlma Zazakî ya metrajdirêj 6 xelat stendin
Fîlozofê fransî fîlma xwe ya bi navê Pêşmerge li navenda NY nîşan dide
Derhênerê navdar Fatih Akin fîlma YPGê amade dike
Etîketan:
Fîlmê Kurdî, Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Edînburghê, Îskoçya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de