06:59 22 Hezîran 2018
YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê

Wê 372 çavdêrên ewropî hilbijartinên 24ê Hezîranê bişopînin

© Foto : YSK - Malpera Fermî
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (RHEE) ragihand ku ew dê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê çavdêrên xwe bişînin Tirkiyeyê.

Nivîsgeha RHEEyê ya Saziyên Demokratîk û Mafên Mirovan ragihand ku ew 372 çavdêrên xwe ji bo şopandina hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê dişînin.

Li gor nûçeya ajansa Associated Press (AP) dê 22 çavdêrên hilbijartinê maweyeke dirêj li Tirkiyeyê bimînin û amadekariyên hilbijartinan bişopînin.

Herwiha 350 çavdêrên ewropî jî dê roja 24ê Hezîranê ku dengdan birêve diçe, hilbijartinan bişopînin.

RHEEyê wekî sedema zêdebûna çavdêran guhertinên qanûnî yên hilbijartinên Tirkiyeyê nîşan da.

 

Bi heman mijarî:

Serokomarê Libnanê peywira damezirandinê ya hikumetê da Herîrî
Amerîkayê çek û amûrên giran şandin rojhilatê Ewropayê
Binerin bê fîlek çawa alîkariya çêlîka xwe dike
Şanda rûsî piştî hevdîtina bi Beşar Esad re, derbasî Tirkiyeyê bû
Komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê biryareke nû girt
Rûsya: Yûliya teksteke berê nivîsandî dixwîne, em dixwazin rasterast wê bibînin
Etîketan:
RHEE, Ewropa, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de