06:56 22 Hezîran 2018
Jinên kurd di Festîvala Çandî ya  li Çîyayê Meqlûbê de

Komên kurdî li meclisa Brîtanyayê May û hikûmeta wê şermezar kirin: Kurd ne terorîst in

© AFP 2018 / Safin Hamed
Ewropa
Lînkê kurt
0 20

Piştî ku serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê gotina "terorîzma kurdî" bi kar anî, bertekên kurdan li himberî vê daxuyaniyên Mayê berdewam dikin. Komên kurdî li Meclisa Ewaman a Brîtanyayê bi daxuyaniyekê May şermezar kir.

Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa Mayê roja sêşemê di civîna rojnamevaniyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got ku welatê 'hevalekî rast' yê Tirkiyeyê bûye û têgeha "terorîzma kurdî" bi kar anîbû.
Piştî vê daxuyaniya kurdan gelek bertek dan ku ya herî dawî ji aliyê komên kurdî li Meclisa Ewaman a Brîtanyayê hat kirin.

Komên kurdî konferansek li Meclisa Ewaman(House of Commons) a Brîtanyayê li dar xist û rexneyên tund li Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê girtin.

Li gorî nûçeya The Canaryê di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Asta nijadperestiyê di nîşandana 40 milyon mirovî wek terorîst, nîgeraniyeke kûr çêdike, nexasim piştî bilindbûna komên rastgir li seranserê Ewropayê ku gurên boz ên tirk di nav wan de ne ku komeke bednav a nijadperest e, baweriya xwe bi Tirkiyeyeke tirkî xwerû tîne û di dema plankirina kuştinên siyasetvanên kurd û serokên civakê de li Ewropayê hatine eşkerekirin."

"KURD NE TERORÎST IN"

Malperê ragihand ku peyama komên kurdî eşkere bû û wiha bû: "Kurd ne terorîst in".

Hevserokê Meclisa Demokratîka Gelan li Londonê Yahya Ibrahim di daxuyaniyê de helwest û gotinên Mayê wek nijadperest bi nav kirin û got: Theresa Mayê bi şeytankirina bi sed hezaran a kurdên li Brîtanyayê û nîşankirina wan wek terorîst, careke din helwesta nijadperest a hîkûmetê nîşan da."

Ibrahimî bangî hemû aliyan kir û got: Em bangî her kesî dikin ku kurd ne terorîst in. Ew di şerê li dijî DAIŞê de hevalbendên me yên giring in û divê îxanet li me, kurdan, neyê kirin."

 

Bi heman mijarî:

Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin
Walîtiyê dirûşmên kurdî bi xeter dîtin û bo çalakiya 1ê Gulanê destûr neda
TRT KURDÎ dest bi weşana tirkî jî kir
Peyama Amerîkayê ji bo salvegera Rojnamegeriya Kurdî
Roja rojnamegeriya kurdî li Herêma Kurdistanê hat zindîkirin
Etîketan:
Meclisa Demokratîk a Gelan li Londonê, Meclisa Ewaman, Yahya Ibrahim, Theresa May, Recep Tayyip Erdogan, Brîtanya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de