09:49 23 Hezîran 2018
Gerînendeyê RÎA Novostî Ûkrayna Kirill Vişinskiy

Ûkraynayê ajansên RÎA Novostî û Rossiya Segodnyayê ku Sputnik jî girêdayê wê ye asteng kir

© Sputnik /
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Birêveberiya Ûkraynayê, sîteyên ajansên RÎA Novostî Ûrayna û Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Rossiya Segodnyayê qedexe kir.

Ûkraynaya ku hefteya borî Gerînendeyê Weşanê yê RÎA Novostî Ûkrayna Kîrîll Vişînskiy girtibû vê carê jî ajansên rûsî asteng kirin.

Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku Kîevê RÎA Novostî Ûkrayna û Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Rossiya Segodnyayê xistiye lîsteya mueyîdeyan. Bi biryarnameya ku ji aliyê Serokê Dewletê Pyotr Poroşenko ve hat îmzakirin, fermana astegkirina sîteyên rossiyasegodnya.rf, sputniknews.com, ria.ru, rsport.ria.ru, 1prime.ru, realty.ria.ru ve rian.com.ua hat dayîn.

‘DÊ MAL Û MILKÊN ROSSİYA SEGODNYAYÊ JÎ WERE BLOKEKIRIN'

Di biryarnameyê de hat eşkerekirin ku mueyîdeya li ser Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Rossiya Segodnyayê sê sal derbasdar be û dê mal û milkên ajansê jî were blokekirin.

SÎTEYÊN KANALÊN RÛSÎ JÎ HATIN ASTENGKIRIN

Ûkraynayê, sîteyên kanalên Rûsyayê jî asteng kir. Di nav sîteyên ku hatin astengkirin de rtr-planeta.com, russia.tv, vesti.ru, tvkultura.ru ve digitalrussia.tv jî cih girtin.

BAZIRGANÊ RÛSÎ DERÎPASKA JÎ HEYE

Di lîsteya mueyîdeyên Ûkraynayê de bazirganê rûsî Oleg Derîpaska jî cih girt. Herwiha Oleg sê sal nikare mal û milkên xwe yên li Ûkraynayê bikar bîne, nikare derxe derveyê Ûkraynayê û têketina wî ji bo Ûkraynayê jî hat qedexekirin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Ukrayna bi fermî li ber îflasê ye
Li paytexta Ukrayna Kievê teqîn
Sîmonyan di derbarê bûyera RIA Ukraynayê de rexneyan li welatên rojava kir
Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
Dozgeriya Ukraynayê daxwaz kir ku rayedarê RIA Novostiyê 60 rojî di bin çavan de bimîne
Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
Konseya Ewropa: Destwerdana Ukraynayê bo RIA Novostiyê cihê fikaran e
Etîketan:
sîte, qedexe, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de