01:24 20 Hezîran 2018
polês-belçîka

Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin

© REUTERS/ Vincent Kessler
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina zaroka keç a du salî ya esilkurd li paytext Brukselê hat protestokirin.

Li ser banga çend sazî û komeleyên civaka sivîl berêvarê bi sedan kes li ber avahiya dadweriyê ya li Brukselê civiyan.

Xwepêşanderan ji bo balê bikişînin ser kuştina zaroka 2 du salî, cilûbergên zarokan û pêlîstok li hawîrdorê belavkirin.

Di xwepêşandana ku li dijî tundiya polîsan û polîtîkaya koçberan a hikûmeta belçîkî birêve çû de, xwepêşanderan bang li hikûmetê kir dawiyê li kiryarên tundiya polîsan werîne û polîtîkaya bo penaberan jî biguherîne.

Hefteya borî li nêzîkî bajarê Namur ê Belçîkayê polîsan dabû pey mînîbuseke penaberan û gule bi ser wan de reşandibûn.

Piştre di mînîbusê de 30 penaber derketibûn û keçikeke 2 salî ya kurd jî hatibû kuştin ku piştî otopsiyê diyar bûbû ku guleya polîsan lê ketiye.

Bi heman mijarî:

Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
Puşkov: Brîtanya RTyê qedexe bike, em ê jî ji bo BBCyê heman tiştî bikin
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir
Etîketan:
Kuştina zaroka kurd, Protesto, Polîs, Belçîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de