00:58 20 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime

© REUTERS / Benoit Tessier
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê û Îranê tevlihev bûne û îhtimal heye ku li herêmê şer biqewime.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo radyoya fransî ya bi navê France Inter axivî û mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî şîrketên ku li Îranê dixebitin, rexne kir. Le Drian got, "Divê Yekîtiya Ewropayê (YE) li hemberî vê yeke helwesteke bibiryar nîşan bide."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bal kişand ser îhtimala şerekî li Rojhilata Navîn û anî ziman ku pirsgirêkên li Sûriyeyê û Îranê tevlihev bûne û ji bo vê yekê jî bal kişand ser hebûna hêzên Îranê yên li Sûriyeyê û şerê wan yê ligel Îsraîlê. Le Drian got, dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime.

Bi heman mijarî:

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşa çekdarî
Ji Fransayê ji bo YPGê alikariya leşkerî
Wezîra Parastin ê Fransayê: Eger Şam çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin
HSDê piştrast kir: Fransa bi bataryayên topavêj piştgiriyê dide me
Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
Fransa: Rewş li Rojhilata Navîn li ber teqînê ye
Etîketan:
şer, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de